Rojnamevan û nivîskaran jî piştgirî dan HDP’ê

Rojnamevan, nivîskar û wêjekaran li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê belavok belav kirin. Di belavokê de hate diyarkirin ku divê li hemberî vê bêhiqûqiyê helwest were nîşandan.

Rojnamevan, nivîskar û wêjekaran li dijî operasyona destgîrkirinê ya li ser HDP’ê belavokek belav kirin.

‘DAHATÛYA ME TÊ REŞKIRIN’

Belavok bi sernavê ‘Banga ji bo demokrasî û edaletê’ hate weşandin.

Di belavokê de ev tişt hate diyarkirin, “Em ji rojên dijwar derbas dibin. Ji aliyekî ve pandemî, ji aliyekî ve pirsgirêkên ekonomîk û polîtîk ên ku her roj kûr dibe, dahatûya me tê reşkirin. Rojnamevan, hiqûqnas, xebatkarên tendirustiyê, akademîsyen û siyasetmedar ji ber ku li dijî desthilatdariyê mûxalif in zext li wan tê kirin. Pê re jî aloziyên bi welatên cîran re, wekî malzemeya siyaseta navxweyî tê bikaranîn.

Hevşaredar, siyasetmedar, endamên HDP’ê bi hinceta ‘Protestoyên Kobanê’ yên şeş sal berê, hatin destgîrkirin. Pê re jî gelek mûxalifên din jî hatin destgîrkirin. Em bang li desthilatdariyê dikin dev ji van zextên polîtîkayê berdin. Bi van zextan dahatû tê reşkirin. Divê hemû rewşenbîr û siyasetmedarên hatine girtin serbest werin berdan. Em nivîskar ligel evqas tarîtiyê jî hêviya xwe winda nakin. Ji bo azadî û demokrasiyê em xwedî li îro û sibêya xwe derdikevin.

Nivîskar, rojnamevan û wêjekarên îmze dane belavokê:

Abdullah Ataşçi, Ahmet Guneş, Akîf Kurtuluş, Altay Oktem, Asli Tohumcu, Ayşen Şahîn, Ayşegul Devecîoglu, Bariş Biçakçi, Bora Abdo, Burhan Sonmez, Ceren Gundogan, Cuma Boynukara, Denîz Durukan, Doguş Sarpkaya, Ethem Baran, Fîgen Ocal, Fîgen Şakaci, Gaye Boralioglu, Gun Zîlelî, Hakki Zarîç, Halîde Yildirim, Hatîce Meryem, Hasan Ozkiliç, Hasan Oztoprak, Hayrî K. Yetîk, Huseyîn Bul, Huseyîn Şahîn, Îrmak Zîlelî, İlhamî Algor, Mahmut Temîzyurek, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Mustafa Yelkenlî, Nalan Çelîk, Namik Kuyumcu, Neslîhan Onderoglu, Nîyazî Zorlu, Nurhan Suerdem, Nukhet Eren, Orhan Alkaya, Oya Baydar, Omer Faruk, Omer Turkeş, Pelîn Buzluk, Pinar Ogunç, Ronî Margulîes, Semîh Gumuş, Sevîm Korkmaz, Sultan Gulsun, Şebnem İşîguzel, Şehmus Ay, Şukru Erbaş, Tarik Gunersel, Tekgul Ari, Umît Kivanç, Umît Yaşar Îşikhan, Vecdî Erbay, Zeynep Oral, Zulfu Lîvanelî.”