Rojnamevan ji bo sansurê bişikînin diçin herêma şer

Rojnamevanan, ji bo zextên di şerê li Kurdistanê de li rojnamevanan tê kirin bişikînin û sansurê ji holê rakin, biryar dan biçin herêmê.

Li dijî astengkirina weşanên malperên nûçeyan, gefên li rojnamevanan tên xwarin, ku weke parçeyek ji konsepta şer di rojevê de ye, rojnamevan li hev kom bûn û li dijî sansur û zextê forûmek çêkirin. Rojnamevanan biryar dan ku ji bo şikandina sansurê û zextan, biçin herêmê.

Di forûma li TMMOB'ê de, xebatkarên malperên nûçeyan ên hatine sansurkirin û gelek rojnamevan, nivîskar amade bûn. Sekretera Giştî ya Basin-Îş a DÎSK'ê Ozge Yûrttaş di civînê de metna bangawaziyê xwend û got, "Weke rojnamevan, ji bo em nîqaş bikin ku bi çi rengî zor û zehmetiyê li pêşiya pîşeyên me, gef, sansur û zexta li me tê kirin ji hole rakin, em civiyane." 

Serokê Giştî yê TGS'ê Ûgûr Guç bal kişand ser zextên li rojnamevanan tên kirin û destnîşan kir ku divê li hemberî zextan têkoşîneke bi hev re were meşandin.

Edîtorê malpera sendika.org Alî Demîrhan da xuyakirin ku ji ber hin kesan ferman dane weşana malpera wan hatiye sekinandin û got, "Ji ber nûçeyên xwe em tên cezakirin."

Edîtorê DÎHA Çagdaş Kaplan jî da zanîn ku sedema sekinandina weşana malpera wan ji wan re nehatiye ragihandin û anî ziman ku ev yek li dijî hiqûqê ye. Kaplan diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya malpera wan, weke parçeyek ji helwesta li hemberî pêvajoya aştiyê were nirxandin û anî ziman ku divê zexta li çapemeniyê tê kirin, di rojeva civakê de be.

Edîtora ETHA Arzû Demîr da zanîn ku li cihê mafê jiyanê lê tineye mafê çapemeniyê jî nîne û destnîşan kir ku divê pêvajo li dijî şer bi gotinên aştiyê, li ser bingeha rojnamevaniya aştiyê bê hûnandin.

Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Sedat Yilmaz ragihand ku di rewşa şerê li Kurdistanê de divê zexta li çapemeniyê bê şikandin û got, "Îro li Kurdistanê hemû amûrên têkiliya civakî hatine qutkirin. Girîng e toreke ji vê re bibe çareserÎ, were avakirin. Em çima vê tevna piştevaniyê ava nakin?"

Yilmaz ji TGS û TGC pirsî ku çima heyetekê naşîne Kurdistanê û got, "Çima çapemeniya Kurd bi tenê tê hiştin? Eger em karibin bûyerên diqewimin bi xurtî nîşan bidin, em ê hingî serketî bin. Eger li welatekî cenazeyê jinekê tê tazîkirin û li naverastê tê nîşandan, wê demê li wî welatî wijdan nîne." Yilmaz got, "Eger em îro sekneke tund nîşan nedin, eger em çapemeniya Kurd bi tenê bihêlin, wê sibe rewşa her kesî vê xerabtir be."

Li ser banga Sedat Yilmaz Serokê TGS'ê Ûgûr Guç da xuyakirin ku ji bo di cih de dîtina şerê li Kurdistanê ew ê heyetekê ava bikin û biçin Kurdistanê. Rojnamevan wê piştî demeke kurt careke din li hev bicivin û pêşniyarên di forûmê de hatine kirin, bikin biryar.

...