Rojnamevan Eylem Babayîgît hate binçavkirin

Rojnamevan Eylem Babayîgît di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate binçavkirin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate destpêkirin, rojnamevan Eylem Babayîgît nîvê şevê li mala xwe hate binçavkirin.

Eylem Babayîgît birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de 17'ê Çileyê rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin û girtin. Rojnamevan ji ber nûçe û bernameyên nîqaşê hatin sûcdarkirin.