Rojiya 12 Îmaman îro bi Masûm-û Pakan dest pê kir

Rojiya 12 Îmaman ku li Kerbelayê li Hz. Huseyîn  tî hatin hiştin û 72 kes hatin kuştin îro bi Masûm-û Pakan dest pê kir.

Meha Muharremê ku bi rengê meha şînê ya Elewiyan tê zanîn, ji bo hemû Elewiyan meha şînê ye.

Meha Muharremê ku piştî Cejna Heciyan bi 20 rojan dest pê dike, îbadeta şîngirtinê ya  ji bo Îmam Huseyîn e ku 680’yî li Kerbalayê ji hêla Yezît ve hatî kuştin û ji bo 71 kesî ye. Ev rojî di şexsê Îmam Huseyîn de ji bo hemû mezlûman tê girtin.

Elewî meha Muharremê hin deman 10 û hin deman 12 rojan rojî digirin. Rojiya 12 Îmaman ku îsal 7-8-9’ê Îlonê bi rojiya Masûm-û Pakê dest pê kirî, 10’ê Îlonê wê rojiya Dayika Fatimê û 11-12’ê Îlonê rojiya 12 Îmaman were girtin. 23’yê Îlonê jî ji bo bîranîna kesên ku di vê rêyê de hatine kuştin Aşûre were dayin.

Dema rojiyê dawet, nîşan, sinet û hwd. nayên kirin, dermale nayên serjêkirin, goşt nayê xwarin.