ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin û got, "Em xwedî li gerîla derkevin."

- Rewşen Mêrdîn diyar kir ku çalakiyên 25'ê Mijdarê divê di asta guhertina civakê de be, bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev bêne lidarxistin û got, "Bi dirûşma 'Li dijî qirkirin û faşîzmê; Jin, Jiyan, Azadî' em pergala faşîst têk bibin."

- Parlamenterên Îngiliz Kim Jonson û Llyod Russell-Moyle êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî xistin rojevê.

- Parêzer Ramazan Demîr bal kişand ser biryara dawî ya DMME'yê ya têkildarî wekîlên HDP'ê û got, Tirkiye sûdê ji helwesta Konseya Ewropayê werdigire û biryar ê bi cih nîne.

- KCDK-E'yê diyar kir ku wan 12'ê Mijdarê weke 'Roja Greva Neteweyî ya li dijî Çekên Kîmyewî' ragihandine û li dijî bêdengiya OPCW, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî, banga tevlîbûna meşa li Dusseldorfê kir.