ROJEVA 9'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Saliha Bûlût ku salên 90'î li gundê Cumarê ya navçeya Licê ya Amedê dima anî ziman ku 5 xizmên wê dema destgîrkirîbûn hatin windakirin û got, "Ez hezar salî jî bijîm, zilma ku vê dewletê li me kir wê ji bîra min neçe."

- Omer Ûsta ku 41 sal in li Amedê qonderekeriyê dike, gilî û gazinan dike ku êdî her kes û her tişt bûne mîna mekîneyê.

- Gelek sazî û kesayet ji bo şewata li daristanên Dersimê şermezar bikin, wê 10'ê Îlonê li ber Parlamenta Federal daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

- 22. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê li salona Solna ya paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Ji gelek bajarên Swêdê Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

- Serokê îstîxbarta navxweyî Maassen îdîa kir ku dîmenê êrîşa nîjadperestiyê ya li Chemnîtzê ku li dijî biyaniyan hate kirin, dibe ku sexte be. Maassen bi vê nêzîkatiya xwe bûye 'qehreman'ê nû yê nîjadperestan. Mûxalefetê xwest Maassen îstifa bike. Partiya nîjadperest AfD jî ji bo xwedîderketina li wî bang kir. Serokwezîr Merkel jî bêdeng e.