ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 8’Ê HEZÎRANÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

- Piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, çalakiyên protestoyî wê bên şopandin.

- Aso Ferzad (Seyît Perendegel) ê ku 18’ê Mijdara 2022’yan li navçeya Gimgim a Mûşê şehîd bû, di kêliyên xwe yên dawî yên li mala ku hatî dorpêçkirin de, li ser dîwar ‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’ nivîsand.

- Dîroknasê Swîsreyê Vîncent Gerber diyar kir ku modelên dewlet netew û demokrasiyên temsîlî êdî di tengasiyê de ne û got: “Li dijî tengezariyê teoriyên Abdullah Ocalan û Mûrray Bookchîn, li dijî kapîtalîzmê radibin û ji bo siberojê modeleke nû pêşkêş dikin.”

- Têkoşîna gerîlayê HPG'ê Garzan Tolhildan ê ku ji Kobanê heta Zagros û Amediyê dirêj dibe, bûye şerê herî bi rûmet a mirovahî û şoreşgerî ya vê serdemê, ku dizanibû li hemberî her cure sûcên li dijî mirovahiyê li ber xwe bide.