ROJEVA 8'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Amara ku pirtûka pêşî ya romana sê cîldî ya Li Welatê Rojê Vejîn ku bi pêşniyara Ocalan 7 nivîskar li ser dixebitîn, sibe tê ber destê xwendekarên xwe.

- Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn wê li bajarê Dusseldorg mîtîngeke girseyî lidarbixin.

- Hacay Yilmaz ku bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ 10 meh cezayê girtîgehê lê hatî birîn, dema ku xwest ji ‘Serbestiya bi kontrolê’ ku mafê yasayî ye sûd werbigire rêveveriya girtîgehê got, ‘ji bo ku hûn naselihin hûn nikarin ji vî mafî sûd werbigirin’.

-Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê desteser kirî bi îdîaya ku zarokên hin malbatan PKK’yî ne û alîkariyê bi PKK’ê re dikin av ji ser wan qut kiriye.

-Dema ku Efrîn hate dagirkirin nekarîn ku derkevin. Li gel hevser û kurê xwe hatin desteserkirin. F.E hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê, îxaneta ENKS’yiyan dît.

-Gerîlayên HPG’ê yên ku li derdora girê Lêlîkanê dora leşkerên Tirk 24 seatan dorpêç kirin û çalakiyan li dar dixin wiha gotin; “Leşkerên Tirk çopa dikeve li pêşiya wan jî tirsa nikarin rakin, nikarin gav bavêjin.”