ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê, wê 200 enternasyonalîst li Luksembûrgê li hev bicivin ku akademîsyen û nûnerên saziyên ji gelek welatan jî di nav de hene.

- Erebên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man ji Îdlibê koçî Cindirêsê bikin û ji ber heman zilmê ê carê hatin navenda Efrînê,  diyar kirin ku zilma dewleta Tirk dest ji wan naqere.

- Şîrketa şêwirmendiya hiqûqî ya bi navê Thompsons Solicitors ku di têkoşîna sendîkayî de li Îngilîstanê yek ji saziyên herî girîng e û 750 parêzer di nav de cih digire, bi daxuyaniyekê destek da kampanya ji bo azadiya Ocalan.

- Ji bo pirsa parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ya li ser çeteyên êrîşî Efrînê dike, hikumeta federal bersiveke sosret da. Hikumeta Merkel ji bo êrîşa li ser Efrînê got, "Tirkiye li dijî terorê têdikoşe" li ser hevkariya bi El Qaîde û DAÎŞ'ê jî got, "delîl nîne".