ROJEVA 7'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û got, "Ev yek sûc e. Wê rojekê hesabê vê bê dayin." -BI DÎMEN E

- Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê ku zext û şîdet lê giran bûye, hewl tê dayin ku li gorî rêbazê leşkerî bê birêvebirin.

- Gerîlayên HPG/YJA Starê diyar kirin ku ew êdî derbasî qonaxa êrîşê bûne û artêşa Tirk poşman kirine. Gerîlayan gotin, "Teknîk çiqasî bi pêş bikeve, gerîla jî li dijî wê taktîkên xwe bi pêş dixîne." - BI DÎMEN E

- Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel bal kişand ser şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurdistanê tê kirin û got, şewitandina daristanên Kurdistanê jî beşek jî vî şerî ye. -BI DÎMEN E

- O.S. (23) ku ji mejî ve astengdar e, ji ber destavêtinê ducanî ma. O.S. niha bi 6 mehan ducanî ye. M.D. ê ku dest avêt O.S. ji aliyê polîsan ve hate berdan.