ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Sibata 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.
- Gundiyên li ser sînor ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê xaniyên wan xera bûn, ji aliyê gel û komunan ve tên pêşwazîkirin. Efrîniyan deriyê mala xwe li welatiyên xaniyên wan xera bûne vekirin. Efrînî dibêjin, "Xaniyên me xera bikin jî em ê ji cih û warên xwe neçin."
- Fermandara Tabûra Çekên Giran a YPJ'ê û yekemîn bikarhênera hawanê ya Şoreşa Rojava Rûbar Qamişlo got, "Çawa ku me ew destê dirêjî Kobanê bû anîn xwarê, li Efrînê jî em ê heman tiştî bikin."
- Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa got, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê bi çalakiyên gelê Kurdistanê û dostên wan dikarin bên şikandin.
- Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker û kete roja 18'an ji ANF'ê re nirxand.