ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên din ên Kurdistanê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk di şerê Sûriyeyê de wê çeteyan heta dawiyê bi kar bîne û got, "Dewleta Tirk tenê bi çeteyan nikare paşerojê diyar bike. Çawa ku DAÎŞ têk çû, heman tişt wê bê serê HTŞ'ê jî."
Şensê sîstemê yê sererastkirina bi reforman zûdeyî nemaye. Ya ku li hemû qadên civakî bê meşandin 'şoreşa jinê' ye. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, şoreşa jinê jî şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê ye. (Ji parêznameyên Rêber Apo)
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava banga têkoşîna topyekûn li gelê Kurd kir û got, "Hebûn û rûmeta gelê Kurd wê bi hev re bi berxwedanê bê parastin. Têkoşîna bi rengê neteweyî meseleyeke hebûnê ye."
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras destnîşan kir ku mafê hêviyê û rakirina tecrîdê ti carî nabe mijareke bazara siyasî û diyar kir ku divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne.
Serokê Weqfa Aştiyê hakan Tahmaz anî ziman ku li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya ye û jinûve dîzayna Rojhilata Navîn gihîştiye asteke nû.
Xelkê Kobanê ji bo alîkariyê bidin gelê ji Şehba û Til Rifetê hatin koçkirin, înîsiyatîfek ava kir. Hem doktor hem jî şêniyên herêmê bi înîsiyatîfê li hev kom bûn û dest bi komkirina alîkariyê kirin.
Ciwanên ji Qamişloyê anîn ziman ku ew bi biryar in li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şehba û Til Rifetê xaka xwe biparêzin û banga piştevaniyê kirin.