ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Karasû: AKP û MHP ku dibînin, dema HDP ji bendê derbas bibe wê ji desthilatdariyê bikevin, eşkere ye ku dikarin dek û dolaban bigerînin. Divê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê xwedî li dengan derkevin.
- Endamê KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir, berpirsyarê komkujiyên li Cizîr û Sûrê Erdogan e û ji bo dawî li dîktatoriya şexsekî bê anîn bang kir ku deng ji HDP'ê re bê dayin.
- Namzeta HDP'ê ya Kirklareliyê parêzer Dîren Cevahîr Şen got, ji bo jin hîn bêhtir li Tirkiyeyê tevlî siyasetê bibin ew ji partiya jinan ji HDP'ê bûye namzet.
- HDP xwe amade dike ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe.
- Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, ji bo bê Kurd hiştina Efrînê, malên gel ên li navend û gundên Efrînê talan dikin.
- Faşîstên ku bi pêşengiya AKP-MHP û polîsan ketin nav liv û tevgerê, li gelek bajar û navçeyan êrîş birin ser HDP'ê.