ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, desthilatdarî herî zêde êrîşî jinan dike, ji ber ku têkoşîna herî mezin ji aliyê jinan ve tê meşandin.

- Ekolojîst Mûrat Bîlgîç destnîşan kir ku rejîma dewleta Tirk ji roja ava bûye û vir ve ji bo tunekirina Kurdan êrîşî xwezaya Kurdistanê dike û got, lewma 'Modela Srî Lankayê' bi sedan sal in li ser Kurdan ferz dike.

- Berdevkê Ekolojiya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr ragihand ku hewl tê dayin, dagirkeriya li derdora Gola Wanê bê mayindekirin û pêşî li têkoşîna hiqûqî û dozan bê girtin.

- Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin, krîza dil derbas kir û tevî vê yekê jî ew nebirin nexweşxaneyê.

- Ciwanên Kobanê gotin, dewleta Tirk hewl dide bi rêya şerê taybet ciwanan ji cih û warê wan bike û destnîşan kirin ku wê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin.