ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Denîz Ararat ku dema êrişa dagirkeriyê dest pê kir li Heftanînê bû, lê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, qala lehengên Heftanînê kir.

Şanoger û Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu diyar kir ku dewleta Swêdê ji ber bûyera kuştina Palme divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne.

Li gorî lêkolîneke ku li Kanadayê hate kirin, yekemcar şopa nexweşiya kanserê li dînozorekê hate dîtin.

Li gorî daneyên ÎMF'ê, Tirkiye jî di nav de windahiya aborî ya li sektora tûrîzmê ya ji ber şewbê ya li gelek welatan, wê ji 2 heta 6 ji sedî yê hatineya milî be.

Li Belarûsê wê di 9'ê Tebaxê de hilbijartinên serokdewletiyê bên kirin. Di nava hevrikên Lûkanşenko de sê jin jî hene.

Dengbêj Mihemed Îke anî ziman ku bi saya dengbêjiyê gelê Kurd hîn jî dikare çand, huner û dîroka xwe biparêze û got: "Dengbêjî dîrok, bîr, hiş û parastina nirxan e."