ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhiş bûye, lewma her tişt ji wan tê û got, "Bi her awayî dikarin êrîş bikin, provokasyonan derxînin û komployan amade bikin."
- Hejmara Hezîranê ya rojnameya jinê ya mehana Newaya Jin derket.
- 14. Festîvala Jinê ya Zîlan, îsal bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê li bajarê Dortmundê pêk were.
- Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Rozerîn Tosûn ev bang li ciwanan kir: "Bi bîr û baweriya ji bo paşeroja azad em li dora HDP'ê li hev bicivin."
- Endamên Însiyatîfa Jinê ya Hollandayê bûn nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Nobeda Azadiyê".
- MÎT'ê bi serkêşiya DAÎŞ'iyê berê komeke nû ya çete ava kir û van çeteyan ji bo sûîqest û sabotaja li dijî endamên QSD'ê û rayedarên rêveberiya xweser a Girê Spî bi kar tîne.
- Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê dengdana li Elmanyayê 7'ê Hezîranê roja Pêncşemê dest pê bike. Li 13 bajarên ku sindoq lê bên danîn wê polîsên Elman tedbîrên berfireh ên ewlekariyê bigirin.