ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê bên şopandin.

* Xebat Turkmen ê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava tevlî têkoşînê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelan nîşanî hemû ciwanên Ereb û Tirkmen da ku çawa dikarin xwe ji hêzên desthilatdar û rejîmên zextê rizgar bikin.

* Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim anî ziman ku 9’ê Cotmehê destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Ev pêngava yekem a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e.”

* Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî Hîzbûlşeytan, Hîzbûlwehşet û Hîzbûlkontra bi nav kir. DOSYA III

* Cîhan Elî a bi wêneyê Mazlûm Dogan ku li ser dîwarê mala wê daleqandiye Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, di sala 2015'an de di pêngava Holê de birîndar dibe û niha di çalakiyên perwerdehiyê yên Kongra Starê de cih digire.

* Serdar Bozkurt anî ziman ku birayê wî Abdulkadîr Bozkurt li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê ji êşkenceya gardiyan rizgar bûye û ew sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepe ya Çorluyê hatiye kirin, rastî êşkenceya tecrîdê hatiye.

* Ziman têra vegotina mirovên herî bedew ên cîhanê nake. Divê wateyek vê yekê hebe ku du dilên ku li deştê çêbûn, lê nekarîn li wir bi cih bibin, di heman rojê de nemir bûn...