ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Adara 2020'an.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku AKP ji ber polîtîkayên şer di nava çiravê de çikiya ye û got, "Divê ev welat ji vê tifaqa faşîst rizgar bibe. Ev yek jî bi tifaqa demokratîk dibe."
Nazli Solgûn ku di sala 2010'an de li îdirê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Cezayê lê hate birîn li rûyê wê jî nehatin xwendin. Her wiha Solgûn tevlî gelek rûniştinan jî nekirin.
Nûnerê herêmê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DÎSK'ê Mehmet Turkmen rewşa li Dîlokê nirxand ku 500 hezar Sûriyeyî lê ne û anî ziman, nefreta li dijî penaberan zêde ye. Turkmen got, divê mirov li dijî polîtîkayên şerxwaz bin, ne li dijî penaberan.
Gerîla Devran qala yek ji gerîlayên YJA Starê Nûşînda Amed kir ku sala 2019'an şehîd bû.
Li gorî kovara Natîonal Scîence Revîew, vîrûsa Korona ya nû Covîd-19 ji dema li Çînê derketiye holê û vir ve 150 carî guheriye û veguheriye du şêweyên bingehîn ên L û S.
Rêveberiya Washîngtonê, piştî dîktatoriya Omer el Beşîr a 30 salan a li Sûdanê, biryar da ku pêkanînên li ser bi sedan şîrketî rake.