ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN

Li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Piştî ku Rêberê GelêKurd di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin, berteka herî tund ji Rojhilatê Kurdistanê hat. Rojhilat piştî bêdengiyeke dirêj dadiket qadan.

-Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Ermenîstanê Kinyazê  Hemîd got şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê piştî ku Tirkiye bi çeteyan re du salan hazirî kir, daye destpêkirin.

-Gerîlaya YJA-Starê ku dema qadÊn Kurdistanê yên ku dewleta Tirk êrîş dianî ser bi hevalên xwe yên çekdar re diparast, 8'ê Hezîrana 2019'an li Dersimê şehîd bû.

-Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ronya qala berxwedana Şeşdara ya Cenga Heftanînê ku 109 roj li pey xwe hişt. Gerîla Ronya got: “Dijmin poşman bû ku hate Şeşdaran. Ev berxwedana herî mezin bû.”

-Xizmên nebediyan weke her şemî vê şemiyê jî wê li qadan bin.

-Hikûmeta Qandayê ku bi çekên difiroşe Tirkiyê di komkujiyan de bi rol radibe, wê lêbikole bê ka teknolojiyên hevşib li Qerebaxa Jor ji hêla Azerbaycanê ve têne şixulandin an na.