ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2020'an.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser êrişkariya dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê û got, 4'ê Nîsanê wê bi têkoşînê bê pîrozkirin.

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, ku ew 4'ê Nîsanê weke rojbûneke ji rêzê nabînin û destnîşan kirin, 4'ê Nîsanê ji bo wan jidayikbûna wê îradeyê ye ku mêtingeriyê bi erdê re dike yek.

Endama Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan bal kişand ser pêwendiya navbera rojbûna Ocalan û îradeya şikandina zincîra koledariyê û got, "Azadiya wî deyn û wezîfeya me ye."

"Şerê herî mezin ew şer e ku di oxira rastiyê de hatiye dayin. Li devera ku dinyayê çavên xwe li rastiyê girtiye, tu dikare bi rêya sînemayê her tiştên ku ji nedîtî ve tên nîşanî wan bide. Nasnameya hunerê gelekî xurt e. Tu bi hêsanî dikare xwe bigihîne her mirovî."

Pisporê Nexweşiyên Dil û Sîngê Înan Xelîl qala testa vîrûsa koronayê kir, ku ji aliyê doktorên Rojavayî ve hate çêkirin û ji ÎSO'yê sertîfîka wergirt. Xelîl destnîşan kir ku test 85 ji sedî encamên serketî nîşan dide.

Pirtûka asoyê ekolojîk ê Rojava, bi naveroka xwe ya dewlemend êdî bi Kurdî û Tirkî jî digihêje ber destê xwendevanên xwe.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku li Kurdistanê dewlet ti tevdîran li dijî şewba koronavîrûsê nastîne û gelê Bakurê Kurdistanê bi vê şewbê re rû bi rû hiştiye. Ocalan anî ziman ku vîrûsa korona ji bo girtîgehan jî bûye rîskeke mezin û got: "Divê bê cudahî tevahiya girtiyên siyasî bên berdan."

Li Hollandayê, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd û Tirkiyeyî, li dijî vîrûsa koronayê ya nû Covîd-19 maseyên krîzê ava kirin.