ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Hezîrana 2020'an.

Li gorî agahiyan, MÎT û Parastin amadekariya wê yekê dikin, ku kincên gerîla li hêzekê bikin, bi destê wê hêzê jî li Başûr komkujiyan bikin û bi vî rengî bixe stuyê PKK'ê.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, eger Kurd li dijî êrişên hêzên dagirker nebin yek wê parçe parçe tune bibin û got, "Bûyerên li Zînî Wertê û Mexmûrê diqewimin rûmeta gelê Kurd dişikînin."

Rûken Işik ku li Maryland University li ser aktîvîzma jinên Kurd a li Tirkiyeyê kar dike, ragihand ku ya li dijî goristanan û cenazeyan tê kirin, polîtîkaya mirinê ya Tirkiyeyê ye.

Umît Dede yê HDP'î nerazîbûn nîşanî êrişên AKP'ê yên li dijî goristanan û cenazeyan da û got, "AKP hewl dide bi tirsê civakê teslîm bigire. Lê belê gelê Kurd wê ti carî teslîmî polîtîkaya tirsê ya AKP'ê nebe."

TJK-E li ber êrişên li Efrînê yên li dijî jinan rabû û diyar kir, "Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd wê mîna her carê di vê demê de jî bi xweparastinê bersivê bide zîhniyeta tecawizkar mêtinger."

Li gundê Omerdag ê navçeya Elbakê ya Wanê, qenala avdanê ya 200 salî ji ber ku ji aliyê qeyûm ve nehate vekirin, gundiyan bi derfetên xwe vekirin.

Namzetê serokatiya DYE'yê Joe Bîden, Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi sorkirina bûyerên li Mînnesotayê sûcdar kir û destnîşan kir ku Trûmp welat kiriye qada şer.

Mêşvan Hecî Adil Baran diyar kir vîrûsa koronayê bandoreke neyînî li ser karên wan kiriye û got, "Em li nav xwezayê hingiv hildiberînin. Heta ji me tê em naçin bajar û xwe diparêzin."