ROJEVA 3'Ê ADAR 2024'AN

Sernavên serke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Mîtîng û civînên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bêne şopandin.

- Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku tevlî amadekirina qanûnên demokratîk ên têkildarî jin, zarok û malbatê bû, dixwaze bi malbateke demokratîk hişmendiyeke demokratîk û wekheviyê pêk bîne. Endama meclîsê Atiye Yûsûf qala pêşengiya jinê ya li sîstema edaletê kir.

- Namzetê Hevşaredariya Yenîşehîrê Mehmet Ergun ê ji DEM Partiyê got, "Em ê deriyên şaredariyê li xizmeta gelên xwe vekin. Şaredarî wê ya gelê me be."

- Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku ev sîstema dibe sedem travmayê divê bê guhertin, mafê perwerdeya zimanê dayikê bê misogerkirin û sîstemeke nû ya perwerdeyê ya xwe dispêre ûsilê zanistî bê avakirin.

- Ronar (Yildiz Aşme) bêtirs jiya. Bi hêrsa li dijî jiyana bê Rêbertî û qirkirinê li dijmin xist. Bi serbilindiya bicihanîna soza ku dabû hevrêyên xwe tevlî nava karwanê nemiran bû.