ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Sibata 2020'an.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî şewata li Girtîgeha Îmralî ku Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan lê tê girtin got: “Ev tê wateya lîstina bi agir.” KJK’ê bal kişand ku desthilata AKP’ê dixwaze bi pêleke din a şidetê xwe rizgar bike.

KCDK-E ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navenda banga çalakiyan kir. Navnîşana çalakiyan jî eşkere kir.

Xwediyên lawiran, xwestina pereyê ji bo her serê lawirekê ku ji aliyê qeyûmê Şaredariya Wanê dagirkirî ve ev du mehin boykot dikin.

DYE û Talîban xwe hazir dikin ku Şemiyê li Qetarê peymanê îmze bikin, her wiha derbarê dahatuya Efxanîstanê ku ev 40 sal in di şer de fikar zêde dibin. Piştî peymanê wê çi bibe ne diyar e.

Bi derketina vîrûsa Covîd-19’an a li Nîjeryayê re fikar hene ku ji ber nebûna sîstemeke tenduristiyê ya li welatên Sehra Efrîqayê.