ROJEVA 29'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê were şopandin.

- Karayilan Hefteya Lehengiyê û berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û got, "Ruhê berxwedanê ku di şexsê Leyla û Nasiran de tê nîşandan, mizgîniyê dide ku ev têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve."

- Colemêrg amade ye ku şaredariya xwe ya hatiye desteserkirin jinûve bi dest bixe. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariyê Seher Kadîroglû Ataş got, "HDP û gel li vir bûye yek. Cudahî di navbera gel û HDP'ê de nîne."

- Serokê Şapêla Reforma Sûrî Şukrî Şêxanî diyar kir, çareseriya krîza Sûriyeyê bi diyaloga hevpar a rengên cuda dibe.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ji bo hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê diyar kir, ji bo welatekî demokratîk divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide hêzên demokrasiyê.

- Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, nameyek ji Serokkomarê Elman Frank-Walter-Steinmeier re şandin.

- Komîsyona Hilbijêran a HDP'ê bi 129 wesayitan bi hezaran hilbijêr ji bo dengdanê şand bajarên Kurdistanê.