ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parêzer Fûat Coşacak destnîşan kir ku divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û lêgerînên ji bo çareseriyê ji nû ve bikevin rojevê.

Partiya Çep a Elman, kongreya xwe bi rengekî onlîne pêk anî û hevserokên xwe hilbijart. Du jinên ku ji bo hevserokatiyê ketin pêşbirkê; Janîne Wîssler û Sûsanne Hennîg-Wellsow dengê herî zêde wergirtin û bi vî rengî mohra xwe danîn binê gaveke nû.

A.E. ê ji Merîwanê bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilat û got, "Rejîma Îranê bi kiryarên hovane wê nikaribe îradeya gelê Rojhilat bişikîne. Xelkê Merîwanê wê xwedî li mîrateya bi sedan berxwedêrên hatine qetilkirin derkeve."

Îtirazên li encamên tûra destpêkê ya hilbijartinên li Ekvatorê dewam dikin. Di encama îtirazên namzetê ji gelê xwecihî Yakû Perez de biryar hate dayin ku beşek ji dengan ji nû ve bên jimartin.

Sea-Watchê bi daxuyaniyekê ragihand ku 147 koçberên hewl didan bi botên plastîk ji Derya Spî derbas bibin hatine rizgarkirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 15 zarok jî hene.