ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2020'an.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê roja Pêncşemê li leşkerên Tirk ên li Idlibê xistin. Bi dehan leşkerên Tirk û çete mirin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin herî kêm 113 leşker hatine kuştin.

Piştî li Girava Îmraliyê şewat derket, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tecrîdkirî ye, li dehan bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan.

Gerîlayên di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de pêşî li dagirkeriya hêzên Tirk digirin û bi çalakiyan hewl didin dagirkeran ji herêmê derxînin. Gerîla dibêjin, "Li her devera ku dilopa baranê lê ket wê topa hawanê jî lê bikeve."

Li Agirî û Wanê ji ber vîrûsa korona nexweşxaneyên demkî hatin avakirin. Ev yek jî bû sedema panîkê. Li bajarên Bakurê Kurdistanê mirovê êdî maskeyan datînin ber devê xwe.

Li bajarê Lyon ê Fransayê, têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk li Cizîrê kir konferansek hate lidarxistin. Faysal Sariyildiz li konferansê axivî û diyar kir, bi belgeyan piştrast bûye ku li Cizîrê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.

Rêveberiya DYE'yê, piştî şerê li Sûriyeyê bi Rûsyayê re qewimî bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji sîstema parastina hewayî ya Rûs S-400'î berde.

Parlamenterên Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) têkildarî kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî giliyê Serokwezîr Angela Merkel kirin.

Konseya Ewropayê bal kişand ser zêdebûna êrişên nîjadperestî yên li Ewropayê û bi taybetî li ser belavbûna gotinên nefretê yên li medya civakî hişyarî da.

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan diyar kirin ku HDP bi plan û stratejiya xwe cihê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.

Hevserokê Komelgeha Azad a Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Bêrîtan rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.