ROJEVA 28'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîle Tok 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tok got, "Em hêza xwe ji berxwedêrên zindanan, ji Leyla û Nasir digirin. Çalakiya me bi hêz û biryardariya roja destpêkê didome."
- Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 74'an de ye. Cahîde Yildirim xwişka yek ji berxwedêran Yuksel Koç, diyar kir ku ew bi biryarê xwe serbilind e û heta dawiyê pê re ye.
- Endamê MPKE'yê û Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Manûel Tornare, rejîma Erdogan weke rêxistiniyeke dîktator bi nav kir û got, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Tornare got, "Ditirsim ku tiştên li Ermeniyan hatin kirin, Erdogan jî bîne serê Kurdan."
- Li Lubnanê ku hema bêjin bi qasî nifûsa wê hejmareke penaberan heye, krîza siyasî û aborî lê mezin dibe û Hîzbûllah ji dewletê xurt e, dibe ku pirsgirêkên mezin rû bide.
- Fewzî û Îsmet Qereteqe ku birayên ji Efrînê ne, ji wan kesan e ku Ocalan nas kirine û gelek caran ew dîtine. Dibêjin ku Ocalan wê demê gotibû '3. Şerê Cîhanê wê li Rojhilata Navîn rû bide' û vê gotinê niha baştir fêhm dikin.
- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Kasrîkê Sosin Bûgday got, "Di serî de perwerde û tenduristiyê em ê bi her awayî xizmetê bidin. Tevî vê yekê me li ser çandinî û sewalkariyê proje amade kirine."
- Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Hezexê Mûrat Şen got, "Tifaqa me ya bi gelê Hezexê re xurt e, em ê bi ser bikevin."