ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Gelê Kurd di komploya 66 rojan de, di beşa Romayê de li dora Ocalan bûn xelek. Bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ şehîd dan. Ocalan bal dikişand ser vî tiştî, “Pasaporta min tune, ez têk neçûme, ji ber ku ez têk neçûme li gorî wan sûc tê hesibandin.”

Ji Meclîsa Kedê ya HDK'ê Ebrû Yildirim hişyarî da ku têkçûna aboriya Tirkiyeyê wê bibe sedem ku xwarin, xureka sereke jî peyda nebe.

Yek ji ciwanên serhildêr ên Amedê Îbrahîm Çelîk, li dijî tundiya dewleta Tirk a faşîst di zarokatiya xwe de rahişt kevir û serî hilda. Rastiya Kurdistanê zû nas kir û sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû.

Ji gelên xwecihî yên li Awûstralyayê Aborjîn, ku roj bi roj qada jiyanê li wan tê tengikrin, dîroka wan a bi deh hezaran salî di hedefa şîrketa madenê Rîo Tînto de ye.

Şanoya Bajarê Amedê ku piştî qeyûm ji nû ve vebû, plan dike ku meha Cotmehê sezonê veke. Lê belê şanoger nizanin ku di nava van şert û mercan de çi li pêşiya wan e.