ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2020'an.

Buhayê serdana Girava Aktamarê ku par 15 TL bû, îsal careke din zêde bû. Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr ragihand ku buhayê serdanê 25 TL ye. Qadên dîrokî ku serdana wan ji bo gel bi pere ye, ji bo leşkeran belaş e.

Vîrûsa Korona Covîd-19 ku meha Kanûnê li Çînê derkete holê, li Cîhanê belav dibe. Li gorî WHO'yê cîhan ji vê yekê re ne amade ye. Gelek welatan tedbîrên cuda girtin.

Serokwezîrê sosyalîst ê spanyayê Pedro Sanchez bi Katalanên alîgirê serxwebûnê dest bi diylaogê kir. Di daxuyaniya hevpar a herdu aliyan de hate gotin, "Vê civîna destpêkê xizmet ji danîna hîmên diyalogê re kir."

Endamên hucreya Nazî ku çend roj berê li gelek eyaletên Elmanyayê bi operasyona polîsan hatin destgîrkirin, eşkere bû ku amadekarî dikirin li dijî rêveberên Partiya Kesk Robert Habeck û Anton Hofreîter sûîqestê bikin.

Serdozgeriya Swêdê ragihand, der barê kesên ji Swêdê çûne Sûriye û Iraqê, tevlî nava refên DAÎŞ'ê bûne û hîn li herêmê ne bi gumana ku sûcê têkildarî terorîzmê kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Yekîtiya Jin ên Elewî yên Demokratîk (YJAD), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jin ên Sosyalîst (SKB) kuştina dayika çar zarokan li bajarê Dortmûndê şermezar kirin.

Ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19), hişyarî hate dayin ku gelek şîrketên rêyên hewayî yên cîhanê 'di rewşeke metirsîdar' de ne.

Li gorî qanûnekê ku Parlamenta Skoçyayê qebûl kir, wê di dema regl de paçên hîjenîk bêpere bidin jinan. Ev qanûn li cîhanê tiştekî nû ye.