ROJEVA 27'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Kurdistaniyên li Ewropayê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê şermezar bikin, wê li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyekê li dar bixin.

- Ji KCD'ê Zelal Bîlgîn ku bi Leyla Guven re ye, qala rewşa tenduristiyê ya Guven, îrade, bawerî, biryardarî û hêviya wê kir.

- Li berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde rû didin. Doktor hem dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkê gav werin avêtin, hem jî hurmet ji ıradeya çalakgeran re bê nîşandan.

- Ji bo nameya Dîlan Koç keça Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, hikumeta Elman a federal bersiveke sosret da û got, "Tiştekî em bikin nîne, ji bavê xwe re bêjin bila dest ji çalakiyê berde."

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Findika Botanê Ahmet Îmre diyar kir, wê şaredariya ji aliyê AKP'ê ve hatiye dagirkirin bi navê gel ji nû ve bi dest bixin. Îmre got, şaredarî wê ji aliyê gel ve bê birêvebirin.

- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, divê ev bêdengî êdî bi dawî bibe, naxwe encam wê ji bo her kesî giran be.

- 'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê bang li her kesî kirin ku 2'ê Adarê tevlî mîtînga li Kolnê bibin.

- Li gorî lêkolîneke li DYE'yê, eger rêjeya karbondîoksîta tê belavkirin zêde bibe, wê 'ewrên nizm' ji holê rabin û ev yek jî bibe sedem ku germahiya global zêde bibe.