ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê DBP'ê Bayindir got, tecrîd, guhertina di qanûna înfazê de û êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê encama polîtîkayên qirkirina Kurdan e.

Yek ji damezrînerên Biryargeha Şoreşger Orhan Yilmazkaya di 27'êw Nîsana 2009'an de piştî berxwedana li Bostanci ya Stenbolê şehîd bûbû. Ji bo bîranîna Yilmazkaya klîbek hate amadekirin.

Hunermend Diyar Dêrsim got, bi derxistina şerê navbera Kurdan dixwazin ku Kurdan li pêş çavên raya giştî ya cîhanê biçûk bixînin û destnîşan kir, ku Zînî Wertê xefikeke ku li ber Kurdan hatiye danîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, tayînkirina qeyûman nîşaneya berbiçav a dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan e û destnîşan kir, wê vê bêhiqûqiyê tu carî qebûl nekin.

Gelê Nubye ku xaka wan di navbera Misir û Sûdanê de hatiye parçekirin, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya li ber tunebûnê ye, têdikoşe.