ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2020'an.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek weşand, ku Kurd di navbera 21 û 28'ê Adarê de pîroz dikin û berxwedêran bi bîr tînin.

Fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê, sembola berxwedan û vejînê fermandarê gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 34'an a şehadeta xwe de tê bîranîn.

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz xwest, girtîgeh bên valakirin û bibin navendên xizmeta tenduristiyê yên li dijî şewba vîrûsa koronayê.

Rojnamevanên Kurd bal kişandin ser metirsiya şewbê ku roj bi roj mezin dibe û xwestin, bêyî cihêkarî bê kirin rojnamevan û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Wekîla HDP'ê Mûazzez Orhan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 300 hezar girtî û hikumxwar hene û destnîşan kir, ji ber ku li girtîgehan paqijî nîne, metirsiyeke mezin li ser tenduristiya girtiyan heye.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Chrîstophe Castaner got, li qada di erka jendermeyan de ye, tundiya li nava malbatê di nava hefteyekê de 32 ji sedî zêde bûye.

Li Elmanyayê di nava hefteyekê de li nîv milyon kesî testa pandemiya Covîd-19 hate kirin. Rêjeya mirina ji ber Covîd-19 a li Elmanyayê li gorî welatên din kêm e, ku sedema vê yekê niha tê nîqaşkirin.

Iraq beşeke girîng a pêwîstiya xwe ya bi elektrîkê ji Îranê peyda dike. Rêveberiya DYE'yê 30 rojên din dem ji Iraqê re nas kir ku ji xwe re çavkaniyeke nû peyda bike.

Li Çînê ku vîrûsa korona ya nû destpêkê li wir der bû, hejmara mirovên bi nexweşiyê dikevin daket sifirê. Li gorî pisporan pêla nû ya şewbê ne dûr e.