ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Komploya 9'ê Cotmehê-15'ê Sibatê ku parçeyek ji hewldanên kolonîkirina gelê me ya ji dema Sumeran û vir ve ye, weke komploya herî berfireh a komployan ku xwe dispêre kes û hêzên noker ên xwe weke dost nîşan didin, negihîştiye armanca xwe. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan - Beşa 4'emîn.
- Gerîlayan bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û gotin, wê dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku berxwedana Zendûrayê ji bo wan çavkaniya sûdwergirtinê ye.
- Qedexeyên ku di bin navê 'Herêma Ewlekariya Taybet' tên ferzkirin, bendên kontrolê û qedexeya çûyîna zozanan Colemêrg kirine mîna girtîgehekê.
- Romana "Şivanê Kurmanca" ya Erebê Şemo ku weke romana destpêkê ya Kurdî ya li Sowyetan tê naskirin, bi Tirkî hate wergerandin û weşandin.