ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan ku 12'ê Mijdara 1998'an ji Moskowayê çû Romayê, 66 rojên zor û zehmet li benda wî bûn. Rêveçûna pêvajoya Romayê jî wê bi pozîsyon û helwesta Elmanyayê diyar bibûya.

Rewşenbîr û nivîskaran gotin, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê divê hêzên muxalefetê hemû bi hev re têbikoşin.

Piştî ku Barzanî serdana Tirkiyeyê kir, li ser sînorê Rojava liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê zêde bû. Ev yek jî bû sedem ku pirseke wiha bê kirin: "Gelo dewleta Tirk û PDK dixwaze konsepteke nû ya êrişê ya li dijî Rojava û Şengalê bide destpêkirin?"

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik destnîşan kir, li gel zext û zordariyê jî HDP hêza xwe diparêze, lewma dibe hedefa desthilatdariyê û got, bi têkoşîneke xurtir ew ê operasyonên qirkirina siyasî pûç bikin.

Sekreterê Yekîtiya Ewropayê yê Pasok/Kînîma Allagîs Yîannîs Dalmas diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li derveyî hiqûqê ye û got, "Divê Yekîtiya Ewropayê li pêşberî van kiryarên Erdogan bêdeng nemîne."

Saziya Kongreya Gel a Mezopotamyayê ragihand, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariyê, wê li gel HDP'ê mil bi mil têbikoşin.

Tevgera Ekolomiyê ya Mezopomtayayê operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê şermezar kir û ragihand ku destgîrkirina Beya Ustun hewldanek ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna ekolojiyê ye.