ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Sibata 2020'an.

Hikumeta Tirk li şûna ku ji erdhejzedeyan re bibe alîkar hîn bêhtir mexdûr dike. Bi giranî jî gundiyên ku dengê xwe dane HDP'ê ceza dike.

Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî diyar kir ku komkujiyên li dijî jinê tên kirin bi destê dewletê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî van êrişan di asta navneteweyî de bê kirin.

Xebat, rêwîtiya bi hevsera xwe Berîvan a şehîd bû, di nava refên gerîla de temam kir. Piştre keça wî û xwişka wî dan pey wî. Niha jî hêlîna wan li nava refên PKK'ê didome.

Li Wanê û bajarên derdora wê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona belav dibe. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin.

Hate ragihandin, dermanê "Chloroqûîne" ku li dijî tayê tê bikaranîn, dikare ji bo tedawiya vîrûsa Korona Covîd-19 jî bê bikaranîn.

Hikumeta Efgan, li ser daxwaza DYE'yê merasîma sondxwarinê ya Serokkomar Eşref Ganî ji bo bandorê li agirbesta bi Talîbanê re neke, taloq kir.