ROJEVA 26'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, eger HBDH û pêkhateyên wê seferber bibin, wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin ku li hundir û derve derfetên xwe kêm mane.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê destaneke dîrokî nivîsandine û got, "Ev destan wê bibe bingeh ji destaneke mezin a sibe re."
- Çalakiya Nobeda Azadiyê ku bi şiyara "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re" li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 349'an de bi koma ji Baselê didome.
- Nûgihan û Fatoş Îke nameyek ji Gulîstan Îke re nivîsand: Ji bo rûbar bi rengê lîlozan neherikin li ser vê axê, sêv tama jiyanê bidin, Newroz rastbiharên azad bizên tu bi kenê xwe rojê tav de bedewa min.
- Hevseroka TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, wê bi ruhê Leyla Guven, Avesta û Barînan komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin.
- Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen: 31'ê Adarê wê rûpelekî nû vebe û ji bo çanda jiyana bi hev re veguhere rêveberiyeke pirreng û eşkere, wê bibe rojeke diyarker.
- Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Pasûrê Ay û Emîn diyar kirin, wê 31'ê Adarê qeyûman bişînin û bi projeyên xwe pirsgirêkên ji ber qeyûman rû dane ji holê rakin û xizmetê ji gel re bikin.
- Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê ku Başûrê Kurdistanê 51 ji sedî xaka xwe windakir, pirsgirêkên di navbera desthilatdariya Kurdî de zêde bûne. Pirsgirêka sereke ya nava aliyên Kurdî pirsgirêka Meclîsa Kerkûk û waliyê Kerkûkê ye.