ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemmed Nûredîn diyar kir, piştî destpêkirina êrişên dewleta Tirk bi hezaran kesî koçî Reqayê kirin û got, li gorî îmkanên xwe ew hewl didin ku gel ji vîrûsê biparêzin.

Bi pandemiya vîrûsa koronayê re gelek malbatên li Colemêrg û Wanê yên beriya demeke dirêj ji gund koç kiribûn, vegeriyan gundên xwe. Mirovan li gundan dest bi çêkirina xaniyan kirin û bi çandiniyê re mijûl dibin.

Bi navê lîderên kabîleyên xwecihî yên li daristanên Amazonê Jose Gregorio Diaz Mirabal daxuyanî da û got, li dijî pandemiya Covîd-19 ne doktor, ne derman ne jî binesaziyeke wan heye.

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya salvegera 105'an a Qirkirina Seyfo daxuyanî da û diyar kir, "Em dewleta komara Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin, ku ev komkujî amade kir, pêk anî û hîn jî bi gotina 'qaşo' vê yekê nas nake."

Ji bo parastin û pêşveçûna sîstema ekolojiyê ya cîhana me, kêzik xwedî roleke girîng in. Kêmbûna hejmara wan a ji ber mirovan, cihê fikaran e.