ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Êrîşên li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe diyar kir ku tûra duyemîn veguheriye referandûmê û got, "Karê me yê destpêkê têkbirina Tayyîp Erdogan e, hilweşandina rejîma yek şexsî ye."

- Nivîskarê îlahiyatê Îhsan Elîaçik anî ziman, ku muxalefet eger di tûra duyemîn de zextê bike û pêşî li hîleyan bigire wê Kemal Kiliçdaroglû karibe bi ser bikeve.

- Li navçeya Bêgirî ya Wanê, 6 kesên ku tê gotin dest avêtine Y. a 17 salî, hatin berdan. Lê belê bi îdîaya "Agahiyên derew belav kiriye' doz li rojnamevan Oktay Candemîr hate vekirin ku li ser bûyerê nûçe amade kiribû.

- Şêniyên Êzidî anîn ziman ku hêzên wan diparêzin zarokên Êzidî ne û armanca êrîşên Tirkiye tirsandina xelkê Êzidî, pêşîgirtina li vegera ji kampan û tinekirina civaka Êzidî ye.