ROJEVA 25'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Piştgiriya ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê roj bi roj zêde dibe. Komek ji sendîkavanên li sirgûnê serdana çalakgeran kirin û ji gelên Tirkiyeyê xwest, ku ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyên xwe zêde bikin.
- Li Venezûelayê, di Konferansa Gelên Navneteweyî de ku ji aliyê Tevgera Gundiyên Bêxak ve hate organîzekirin, Sakîne Cansiz hate bîranîn.
- Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmî Azîzoglû, li ser feraseta xwe ya şaredariyê û projeyên xwe ji ANF'ê re axivîn û gotin, wê biryarên xwe bi gel re werbigirin û bi hev re bixebitin.
- Di kongreya Partiya Çep de ya li bajarê Bonnê, piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li kongreyê axivî. Heyeta HDP'ê hin hevdîtin jî kir.