ROJEVA 24'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Sibata 2020'an.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku zext û zora li HDP û mûxalefetê tê kirin, "nexşeya desthilatdariyê" ye.

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku wê êrişa artêşa Tirk a ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê têk bibin û gotin, "Ev ax, ev çiya yên me ne, axa me namûsa me ye."

Di vê demê de ku xwediyên desthilatdariyê kursî dagir kirine û gelek xwîn rijiya ye, yên ku bi wêrekî ber bi vê kursiyê ve dimeşin, bêguman ew kes in tevna desthilatdariyê ji hev belav dikin. Kurd bi rûmeta gelê azad demokratîk li refên pêş ber bi kursiya dijderketinê dimeşin. /ANALÎZ

Di hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê de  Sosyal Demokrat bi rêjeya 39 ji sedî bi ser ketin. Partiya Keskan bû ew partî ku dengê xwe gelekî zêde kir. Partiya Çep jî 9 ji sedî yê dengan wergirt. Partiya Merkel CDU derbeke giran xwar.

Hunermendên Kurd ji bo tevkariyê li pêkhatina yekîtiya neteweyî bikin li paytexta Swêd Stockholmê konserek li dar xistin.

Koma Hêvî Yekda ku li kampa penaberan a Mexmûrê di bin sîwana navenda çand û hunerê de karê şanoyê dikwê lîstika xwe ya nû "Bûka Axê" rojên pêş pêşkêşî şêniyên kampê bike.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê însiyatîfa bi navê "Hêvî û aştî ji bo Kurdistanê" ji bo zarokên Mexmûrê konserek li dar xist.

Li Kanadayê, şêniyên xwecihî ku projeya lûleya gazê protesto dikin, sê hefte ne rêyên hesinî asê dikin. Hikumetê hişyarî da ku çalakî wê bandoreke giran li aboriyê bike û banga diyalogê kir.