ROJEVA 24'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Hevseorkê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, faşîzma li Tirkiyeyê ne faşîzmeke ji rêzê ye û got, Hîtler belasebep negotiye ku wî fikrê xwe ji Tirkan wergirtiye. Bayik got, "Dema ku tecrîd bişkê, faşîzm jî dişkê. Ev jî ji bo mirovahiyê dibe xizmeteke mezin."
- Îstîxbarta Elman li şûna ku karên sîxûriyê yên rejîma Erdogan û rêxistinên Nazî kontrol bike, saziyên Kurdan dike hedef.
- Nûçegihan Hasan Akbaba ku sala 2007'an tevî 18 siyasetmedar û nûnerên saziyan ketibû greva birçîbûnê, bal kişand ser cudahiya helwesta CPT a wê demê û niha.