ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Pêvajoya ji 1980'yî heta bi 2005'an jî veguherîna civakî ya netewiya Kurd ya azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje, ku ji diyardeya Kurdbûna objebûnê dibe Kurdê bîrewer, rêxistinî û şerker - Abdullah Ocalan

-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK maqameke fermanê ya şehadetan e û got “PKK partiya şehîdan e, wê pîvan û baweriya şehîdan, teqez azadiya gelê Kurd pêk bîne.”

-Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî jinên Dersimê 25’ê Mijdarê li Meydana Seyîd Riza werin cem hev. 

Gerîlaya YJA  Starê Rûken Serhed diyar kir ew ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK''ê hêz digirin û got, ''Bi vê hêzê û manewiyatê em dixwazin dahatuyeke azad ava bikin. Li çar parçeyên Kurdsitanê dijminê ku êrîşê tîne ser xaka me em ê berteraf bikin.''

-Ehmedê Reşît ku ji sala 198'an ve Têkoşîna Azadiya Kurd nas dike û bi salan e ji bo azadiyê xebat dike got, ''Rihê berxwedanê yê Rêber Apo, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr rih da me.''

-Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Zilar Stêrk diyar kir ti pergal nikare heq ji jina rêxistinî derkeve û ji bo ku rêxistinî veguhere ser pergalekê parametreyên sereke vegot.