ROJEVA 23'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'yê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'yê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
-Agît Ural ku yek çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Strasboûrgê ye û ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji keça xwe Tamara nivîsî. Ural got, ''Rojên azad em ê bi hev re li welatê azad, bi Rêbertiya Azad pêşwazî bikin keça min.''
-Nazîfe Kurt, dayika girtiyê bi navê Abdulah Kurt ku ev 26 roj in di greva birçîbûnê de ye got, ''Hemû mirovên bihistyar divê destê xwe li ser wijdanê xwe deynin, niha 317 girtî di grevê de ne. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin''.
- Girtiyên li girtîgeha Xarpêt û Wanê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve wan davêjin hucreyên yek kesî.
-Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Tecrîdê sinorê Îmraliyê derbas kiriye û tevahiya civaka Tirkiyeyê dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bê şikandin''
-Li gorî HDP'ê ya ku li 15 navçeyên Stenbolê namzet nîşan dane û li hin navçeyan bi hêzên demokrasiyê re daye ber xwe ku bi bloka AKP-MHP'ê bide windakirin, pêkan e ku AKP were şikandin.
- Dawiyê dadgeheke Elman ceza li şîrketa Heckler & Koch birî ku çeka G36'an ku ji Kurdistanê heta bi Nîkaraguayê ji bo gelek dewletên kujer pir biqedir e.
-KCDK-E'yê ji bo 27'ê Sibatê banga çalakiyê kir û got, ''27'ê Sibatê em neçin kar, dibistanan, wê rojê em ji bo ku nehêlin Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bimirin, li Brûkselê li ber saziyên navnetewî biqêrin.''