ROJEVA 22'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- 4 girtiyên li Girtîgeha Tokatê ku 5'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku ew çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin didomînin û heta daxwazên wan bi cih werin anîn wê çalakiya xwe bidomînin.

- Parlamenterê HDP'ê yê serdemên 25 û 26'an ê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, ya ku bi tecrîdê xwest bikin, nekarî bikin.

- Elmanya li pêşberî grevên birçîbûnê bi helwesta 'min nedît, nebihîst û nizanim' tevdigere. Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir Mayer hem diyar kir ku di nava sê mehan de 120 xwepêşandan hatin kirin, hem jî got, 'Ji bilî nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin em bi tiştekî nizanin."

- Ji bo çalakiya Ûgûr Şakar ê li bajarê Krefeld ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir bê manîpulekirin, di medya Elman de nûçeyên bi agahiyên nerast tên çêkirin.

- Hesen Şêx Hesen, bi navê xwe yê din Bavê Şehîd Ezîz ji sala 1989'an heyanî sala 2004'an hewl da fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne civakê. Bavê Şehîd Ezîz qala Rêberê Gelê Kurd û karên xwe yên destpêkê kir.

- Gerîlayên YJA Starê Nûjiyan Ararat, Dîcle Efrîn, Sorxwîn Amed, Mizgîn Kobanê, Nûcan Agirî, Amara Jiyanda, Hêvîdar Cûdî, Bêrîtan Sîser û Adar Ararat di rojnivîsên xwe de qala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.