ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina van êrîşan wê werin şopandin.

- Komkujiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî xwepêşandêran têne kirin, wê li gelek bajarên Ewropayê bêne şermezarkirin.

- Serokê Koalîsyona CWC Dr. Walker destnîşan kir ku daneyên li ser çekên kîmyewî yên li rapora IPPNW bi têra xwe zêde ne ku divê dewleta Tirk bersivê bide. Walter got, divê dewletên pêwendîdar daxwaza lêpirsînê bikin.

- KJK'ê diyar kir, jin û gelê Kurd wê polîtîkayên tepisandin û teslîmgirtinê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ti carî qebûl nekin û got, "Gelê me wê bi xweparastina rewa bersiva her cûre êrîşan bide."

- Balkêş e ku heman piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser serdana Enqereyê kir.

- Gerîlayê HPG'ê Kendal Amed ragihand ku artêşa Tirk nikare bi têkoşîn û îradeya gerîla û destnîşan kir ku gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve.

- Sazî û partiyên siyasî yên Kurdistanî yên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin, ku heta azadiya Kurdistanê wê hesabê sûcên şer ji mêtingeran bipirsin.