ROJEVA 22'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Kampanya DEM Partiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê were şopandin.

- DEM Partiyê diyar kir ku wê hilbijêran hemûyan bigihînin bajar û navçeyên lê qeyidkirî û ragihand ku heta 27'ê Adarê dikare serî li avahiyên partiya wan bê dayin, yan jî li ser înternetê serlêdan bê kirin.

- Meclîsa Mîdyadiyên li Ewropayê diyar kir ku DEM Partî îradeya siyasî ya hevpar a gelan e û ji bo Mîdyadê jî tercîha herî guncaw û rast e.

- Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand.

- Li Girava Sardegna ya Îtalyayê bi pêşengiya Sendîkaya perwerdeyê ya COBAS'ê wê "Newroza 2024, Meşa Piştevaniya Enternasyonalîst a Rêya Kurdistanê" bê lidarxistin.

- Ji namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Çelê Hîvîdar Ertûnç anî ziman ku AKP-MHP'ê leşker û hilbijêrên xeyalî li Çelê qeyd kiriye û bang li xelkê navçeyê kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.