ROJEVA 22'Ê ADAR 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li dijî DAÎŞ'ê yên li Bakurê Sûriyeyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Efrînê wê bên şopandin.

- Mam Marûf (80) piştî Komkujiya Helebçeyê li Qendîlê bi cih bûye. Trajedî û berxwedanê bi rêya helbestê tîne ziman. Ji ber dagirkirina Efrînê jî bi hêrs e: Em li çar parçeyên Kurdistanê tenê çar Kurd bimînin jî em ê li ber xwe bidin...

- Dr. Dilgeş Kerkûkî ya ji Başûrê Kurdistanê, ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dilxwazî ji Ewropayê hate Efrînê got, "Weke Kurdeke ku Enfal dîtiye, hewl didim li vê derê xizmetê ji gelê xwe re bikim."

- Efrîniyên ku piştî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man koçî herêma Şehbayê bikin, hewl didin birînên xwe bipêçin.

- Ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka ava vexwarinê ku li gelemperiya cîhanê mezin dibe, Neteweyên Yekbûyî sala 1992'an weke Roja Ava Paqij a Cîhanê îlan kir.