Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.
Pêşniyara Qanûnî ya li ser Guhertina Hin Qanûnan û Qanûna li ser Înfazê ya Tedbîrên Ewlekarî û Ceza, ku di nava raya giştî de weke Paketa Darazê ya 10'emîn tê naskirin, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin û kete meriyetê. Guhertinê di nava derdorên siyasî û raya giştî de bû sedema hin nîqaşan. 8 xalên di nava paketê de yên li ser girtiyên zarok û guhertinên înternetê jî di nav de bûn, bi lihevkirina partiyan ji paketê hatin derxistin.
Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk li ser paketa darazê ya nû û pêvajoya aştiyê ji ANF'ê re axivî û got, "Paketa Darazê ya 10'emîn bi kelecan û girîngiyeke mezin dihate hêvîkirin. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser, ev guhertina înfazê gelekî teng e. Ji ber vê tengbûnê, mirov dikevin nava wan fikaran ku girîngiyeke zêde ji pêvajoyê re nayê dayin."
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ LEZGÎN E
Şîlan Çelîk destnîşan kir ku paketa darazê ya nû bersiv neda bendewariyan û got, "Têkildarî vê pêvajoyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye, me ev yek timî anî ziman. Gavên li ser vê yekê divê bêne avêtin. Bêguman her tişt bi carekê nabe, hemû guhertin bi carekê nabe. Lê belê di nava gavên bêne avêtin de hin mijarên gelekî lezgîn hene ku nabe ji demê re bêne hiştin. Yek ji wan jî sererastkirina têkildarî înfazê ye. Mijareke ku beşeke mezin a civakê eleqedar dike.
Mijareke din jî beşa li ser girtiyên nexweş e. Ne tenê girtiyên nexweş, rewşa hemû girtiyan ên di nava şert û mercên girtîgehê de ne lezgîn e, lê belê rewşa girtiyên nexweş hîn lezgîn e. Lewma gavên di vê der barê de bêne avêtin hîn lezgîn e û divê bi lez bêne avêtin. Ev gav jî divê encamgir bin. Lê belê di vê paketa darazê de me dibînin ku ev yek bi vî rengî nehatiye kirin, beşa li ser girtiyên siyasî û nexweş teng hatiye hiştin. Pêşnûmeyeke qanûnî li holê heye ku têkildarî girtiyên nexweş rapora ATK'ê ferz dike. Bi vî rengî rast nîne. Ji ber ku raporên ATK'ê kêm in. Di vir de divê biryar li gorî raporên saziyên tenduristiyê yên serbixwe bê dayin."
GUHERTINÊN QANÛNÎ DIVÊ TENÊ JI DESTHILATDARIYÊ RE NEYÊ HIŞTIN
Şîlan Çelîk ragihand ku rast nîne ku pêvajo tenê bi paketa darazê û pêşniyar qanûnê bê nirxandin û got, "Dema ku banga dîrokî têkildarî pêvajoyê hate kirin, hemû aliyan zanîbûn ku ev yek bi carekê nabe. Ev pêvajo wê demekê dewam bike. Di nava vê demê de hin gav wê bêne avêtin. Têkildarî vê yekê em her tim vî tiştî dibêjin; ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi ser bikeve, şert e ku guhertinên qanûnî bêne kirin. Ji ber ku girîng e pêvajo li ser zemîna hiqûqî bi rengekî ewle bimeşe. Li pêşiya me wê saleke nû ya qanûndanînê hebe. Di sala qanûndanînê ya nû de wê guhertinên nû bêne kirin. Gavên di vê pêvajoyê de bêne avêtin, divê bi wergirtina nêrîna hemû aliyan, bi tevlîkirina hemû aliyan bê kirin, guhertina qanûnî bi vî rengî bê kirin. Pêwîste tenê ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Di vê mijarê de divê li meclîsê komîsyonek were avakirin. Tenê bi guhertinên bi vî rengî çareseriyeke mayinde dikare pêk were. Bi rengê din, pêşniyar qanûnên tenê ji aliyê desthilatdariyê ve bêne pêşkêşkirin wê kêm bimînin."
DEWLET DIVÊ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNE
Şîlan Çelîk destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya aştiyê divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne û di dawiya axaftina xwe de got, "Ji aliyê hiqûqî ve divê gavên welê bêne avêtin ku aliyan hemûyan bi rengekî qanûnî ewle bike. Cihê vê, çareseriyê jî her tim meclîs e. Biryarên li meclîsê bêne wergirtin, guhertinên qanûnî yên bêne kirin wê pêvajoyê bi rengekî erênî bimeîne. Niha li Tirkiyeyê di qanûnan de halê hazir kêmasiyên gelekî cidî hene. Di qanûnên me de, bi taybetî jî di qanûna ceza de ji aliyê pênaseya sûc ve pênaseyên neşênber hene. Divê ev yek were guhertin.
* Di Qanûna Şaredariyan de hukmê ku tayînkirina qeyûm destnîşan dike divê bê guhertin.
* Ji bo Kurd karibin li qada cemaweriyê mafên xwe yên civakî û aborî bi kar bînin divê guhertinên qanûnî bêne kirin.
Bi vê yekê re girîng e li meclîsê komîsyoneke taybet bê avakirin, di nava vê komîsyonê de pêşniyar qanûn bêne kirin. Heta ku bi destê komîsyonê neyê derxist weke ku me di Paketa Darazê ya 10'emîn de dît, kêmasiyên cidî rû didin."