KCDK-E: Dem dema civaka demokratîk û hevgirtina hevpar e
KCDK-E, cejna Qurbanê li Gelê Kurd û alema Îslamî pîroz kir û diyar kir ku cejin ji bo yekîtiya neteweyî, hevgirtin û xurtkirina têkoşînê firsende.
KCDK-E, cejna Qurbanê li Gelê Kurd û alema Îslamî pîroz kir û diyar kir ku cejin ji bo yekîtiya neteweyî, hevgirtin û xurtkirina têkoşînê firsende.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Qurbanê li hemû gelên bindest, bi taybetî jî li gelê Kurd pîroz kir.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser zilm, ambargo û êrîşên li çar perçeyên Kurdistanê û diyar kir ku bi taybetî Mexmûr û Şengal bi gefên cidî re rû bi rû ne.
KCDK-E diyar kir ku ev êrîş ji aliyê hêz û hikûmetên bi hişmendiya DAÎŞ'ê ve hatine kirin da ku rê li ber aramiya gel bigirin û destnîşan kir ku sivîl, di nav de jin, zarok, kal û pîr jî bûne hedef.
KCDK-E, destnîşan kir ku ev hemû êrîş dê li hember berxwedana gel û beşên demokratîk têk biçin.
KCDK-E, da xuyakirin ku banga Rêber Apo a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" manîfestoyek dîrokî ye ji bo sedsala 21’an û got ku ev bang ji bo gelên Rojhilata Navîn derfetek girîng pêşkêş dike û divê xwedî lê bê derketin.
Hat diyarkirin ku gelê Kurd dê cejnê bi rihê hevgirtinê, parvekirinê û têkoşînê pîroz bike û gel dê bi alîkariya madî û manewî yekîtiya neteweyî xurt bike.
KCDK-E, xwest ku ev cejn bibe derfetek ji bo avakirina azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û edaletê.