ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2020'an.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li ser kongre û konferansên partiya xwe axivî û destnîşan kir ku piştî kongreya mezin wê dest bi çareserkirina kêmasiyên xwe bikin.

Dîroka ji hezaran salî li pêş çavên cîhanê tine dibe. Şêniyên herêmê ji cih û warê xwe dibin, êrişeke metirsîdar li dijî xwezayê tê kirin. Heskîf binav dibe.

Serhed Botan li qada Rîsorê di sala 2016'an de di çalakiyekê de birîndar bû. Got, "Me soz da, heta dilopa dawî ya xwîna xwe" û bi alîkariya hevalê xwe cara dawî pê li tetîkê kir û xatir xwest.

Walîtiya Wanê ferman da ku di bin navê kampanya ji bo çeteyên li Idlibê pere ji personelan bê komkirin.

Elmanya careke din bi êrişa nîjadperestiyê kete rojevê. Kurd jî di nav de 9 kes li Hanaûyê hatin qetilkirin. Êrişên nîjadperestiyê ku salên 1990'î dest pê kirin salên dawî gelekî zêde bûn.

Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe de ragihand ku li Sûdan a Başûr aliyên şer bi zanebûn gel birçî dihêlin û nerazîbûn nîşan da.

Li Îranê 3 nexweşên din ên bi vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Bikarhênerên înternetê yê Îranê bi rêya medya civakî ragihandin ku nexweşên vîrûsê beriya hilbijartinê nayên eşkerekirin.